English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-18 [01:38 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Dadgeha Hevserokê HDP yê berê Selahedîn Demîrtaş îro li Enqerê pêk tê.

Dadgehkirina Demîrtaş li Dadgeha Sizaya Giran a Enqerê birêve diçe û bi tometên bangeşeya rêxistina terorê 142 sal sizaya zîndankirinê jê re tê xwastin.

Hevserokê HDP yê berê Selahedîn Demîrtaş ku li zîndana li bajarê Edîrneyê tê girtin îro li Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê tê dadgehkirin.

Selîhedîn Demîrtaş ku di hilbijartinên 24ê Hezîranê de tevî ku namzedê serokkomariyê jî nehat berdan, bi bangeşeya rêxistina terorê tê tometbarkirin û 142 sal ceza jê re tê xwestin.

Selahedîn Demîrtaş îdîayên dadgehê red dike û û parêznameya xwe ya dawîn de diyar kiribû ku ew nebûye endam an jî rêveberê PKK û ferman nedaye ti kesî û ji ti aliyan jî ferman wernegirtiye.





2827 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad