English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-17 [11:27 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Li gel zêdebûna aloziyên li bajarên başûr û naverasta Iraqê, ku îro roja nehemîn e xwepêşandan ji ber nebûna xizmetkariyê û li dijî gendeliyê tên kirin, zêdetirî 250 kesan li pêş deriyê serekî yê bîra nefta Zubêrî ya Besrayê xwepêşandan destpê kir.

Berpirsên bîra neftê ku ji aliyê şîrketa Eni ya Îtalyayê ve tê birêve birin ragehandin ku proseya berhemanîna neftê heta naha bi awayeke asayî birêve diçe.

Îro roja nehemîn e ku xwepêşandan li piraniya bajar û bajarokên başûr û naverasta Iraqê birêve diçin û bi taybet jî bajarên şîe ku daxwaza xizmetkariyê, avê, elektrîkê, kar û nehiştina gendeliyê dikin.

Di wê çarçovê de bi hezaran kes çûne nav fermangeh û saziyên ser bi hikûmetê û gelek binkeyên partî û aliyên şîe yên milîsên nêzîk Îranê jî agir berdane wan.

Li hember vê yekê hikûmeta ku dema wê temam bûye ya Heyder Ebadî jî dervey kuştina 15 xwepêşander û birîndar kirina bi sedan kesan, destpê kiriye ku helmeta rasterê girtina xwepêşanderan û gefa girtinê li herkesekî ku beşdarî xwepêşandanê bike dike.





2923 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad