English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-17 [10:36 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê Amerîkayê dibêje dema ku welatê wan ji rêkeftina atomî derket, xwepêşandan û nerazîbûn berfirehtir bûn û got em radigehînin ku em sedî sed piştevanê xelkê Îranê ne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh 16.07.2018ê piştî hevdîtina li gel serokê Rûsyayê Vladimir Putin di daxuyaniyeke xwe ya kanal Fox de ragehand: ‘’Dibe ku mana li rêkeftina atomî li gor berjewendiyê Rûsyayê û hin welatên din be, ku li gel Îranê bazirganiyê dikin û jê sûd werdigrin. Lê ew ji bo Amerîkayê û hemû cîhanê ne başbû.’’

Trump amaje bi vê yekê jî kir ku: ‘’Rewşa aborî li Îranê şepirzeye, şoreşê li gelek bajaran serî rakiriye, têkçûna aborî her diçe zêde dibe. Em dervey desthilatê naxwazin ziyan bigehe ti hemwelatiyekê û em sedî sed piştevanê xelkê Îranê dikin.’’

Trump got: ‘’Ew xwepêşandan û nerazîbûnên li Îranê pêkhatin, bê guman dê berfireh bibin û ew xwepêşandan jî wê demê destpê kirin ku dema Amerîkayê xwe ji rêkeftina atomî da paş û jê derket.’’





2665 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad