English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-16 [01:13 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê Dadê yê Tirkiyê ragihand ku di nav çend rojan de Rewşa Awarte tê rakirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul di ‘Sempozyûma Têkoşîna Navdewletî ya li Dijî Derbeyê û 15ê Tîrmeh’ ku ji aliyê Platforma Hiqûqê ya Tirkiyê ya hat sazkirin de axivî.

Wezîrê Dadê ragihand ku di nava çend rojan de Rewşa Awarte (OHAL) radibe û wiha axivî, “Lêbelê rakirina Rewşa Awarte nayê wateya bidawîbûna têkoşîna li dijî terorê. Di serî de FETO, têkoşîna me ya li dijî terorê dê berdewam bike.”

Li Tirkiyê piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an Rewşa Awarte hatibû îlankirin û heta niha jî dihat dirêjkirin. Di vê heyama OHALê de bi deh hezaran kes hatin girtin û ji kar hatin avêtin.

 Berî hilbijartinên 24ê Hezîranê jibilî opozîsyona Tirkiyê, hikûmetê jî eşkere kiribû ku ew ê Rewşa Awarte rakin.





2836 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad