English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-15 [01:20 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li gor gotinên berdevkê wezareta veguhestin û gehandinê ya hikûmeta herêma Kurdistanê, piştî aloziyên li başûrê Iraqê, bi hemahengiya li gel wezareta veguhestin û gehandina Iraqê hin ji torên civakî hatine rawestandin.

Berdevkê wezareta veguhestin û gehandinê Umîd Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi hemahengiya di navbera me û Bexdayê ve medya civakî ya facebook û İnstagramê hatine rawestandin. Lê înternet kar dike û ragirtina medya civakî heta demekî ne diyar dê bê ragirtin.’’

Umîd Mihemed derbarê sedemê ragirtina hin torên civakî jî bi rewşa naha ya Iraqê girêda, ku li hin bajarên başûrê Iraqê alozî û xwepêşandan hene.

Derbarê gotegotên êrîş kirina ser du xet û kabloyên înternetê yên li sînorê Xurmatû de jî Umîd Mihemed got: ‘’Bexdayê ew zanyarî belav kirine ku du xet li wê navçeyê hatine qut kirin.’’

Ev 9 rojin xwepêşandan li parêzgehên başûrê Iraqê pêktên û ji ber nebûna xizmetkariya av û elektrîk û gendeliyê nerazîbûn pêşketin û hikûmeta Iraqê jî du torên civakî yên facebook û İnstagramê daxist.





3532 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad