English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-15 [11:36 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Tê gotin ku hikûmeta Iraqê ji bo serkutkirina xwepêşandan û nerazîbûna xelkê deverên başûr yên Iraqê beşek ji hêzên artêşê ji Kerkûkê veguhestiye cihên aloz.

Ev çend roj in parêzgehên başûr yên Iraqê bi taybet parêzgeha Besra, ji ber xwepêşandanên li dijî hikûmetê aloz bûne û hikûmet jî nikare aloziyan kontrol bikin.

Xelk li dijî nebûna elektirîk û avê û xizmetguzariyên din rabûne ser piyan. Heta niha çend kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Heşda Şeibî li Kerkûkê, Elî Husênî jî ji malpera Iraqî ya “shafaqnews” re gotiye, beşek ji hêzên Iraqî ji Kerkûkê ber bi cihên aloz hatine veguhestin.

 





3118 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad