English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-15 [10:58 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Xwepêşandan û aloziyên li başûrê Iraqê ji ber gendelî û nebûna xizmetkariyê her diçe zêde dibin û ev neh roje berdewam in û kesek hat kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Xwepêşandan û aloziyên li bajarê Besra û çend bajarên din ên şîeyên başûr destpê kirine, roja înê bû sedema mirina kesekî û heman demê de 40 polîs jî birîndar bûn.

Malpera El Sumeriye ragehand û çavkaniya xwe ji parêzgeha Mîsan vergirt û belav kir, li wê parêzgehê kesek hatiye kuştin û 15 kes ji xwepêşanderên ku xwestina bikevin bîna û avahiya hikûmetê jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên berdest, li parêzgeha Zîqarê xelkê xwestiye bikevin nav bîna û avahiya parêzgehê û ji ber wê jî 25 polîs birîndar bûne.

Çapemeniya Iraqê ragehand ku grubek ji xwepêşanderan êrîş kirine ser balefirgeha Necefê û li gor gotinên şahidên bûyeran hinek geştên esmanî hatine betal kirin.

Herwaha tê gotin li bajarê Kerbela û Necefê xwepêşanderan êrîş kirine ser bînayên hikûmetê û hin ji xwepêşanderên din derî û sînorê navbera Kuwêt û Iraqê daxistine.

Ji aliyê din ve ji ber pêşketina xwepêşandan û aloziyên li bajarên Iraqê navendên ewlehiyê bi hemahengiya li gel wezareta veguhestinê û gehandinê bo pêşî lê girtin û kontrol kirina xwepêşanderan torên civakî yên ‘’Facebook, İnstigram, twitter’’ û hwd ragirtiye û ev yek jî bûye sedemê pirsgirêkê bo navendên ragehandin û çapemeniyê.





2665 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad