Hewlêr (ZNA) - Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê serdana Holandayê bike û li gel serokwezîrê Holandayê bicive.
Malpera fermî ya serokwezîrtiya Holandayê ragehand, îro 10.07.2018ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Laheyê dê li gel serokwezîrê Holandayê Mark Rutte bicive.
Herwaha ragehandin ku Nêçîrvan Barzanî û Mark Rutte dê gotûbêja çend pirsa bikin û pirsên bên gotûbêj kirin jî waha ne:
-Pirsa penaberên ne yasayî
-Şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê.
- Asayîş û seqamgiriya rojhilata navîn.
-Hemahengiya Hewlêr û Amsterdamê ya bi taybet derbarê sektora kiştûkalê de.
2932 car hatiye dîtin |