English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-10 [11:00 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Hat ragihandin ku Amerîkayê 200 TIR ên din jî çek ji HSDê re şandin û bi vî awayî hejmara TIRên alîkariyê yên ji bo HSDê hatine şandin bû 5000.

Amerîka li ser şandina çekan bo HSDê berdewam e. Li gor agahiyên berdest Ameîrkayê 200 TIRên din jî çek ji HSDê re şandin.

Li gor nûçeya Al Masdar ku nûçeya xwe dispêre çavkaniyên di nav HSDê de, 200 TIR ên tijî çek gihiştin bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê.

Hat ragihandin ku ew alîkarî di ser deriyê Sêmalka yê Başûrê Kurdistanê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.

Herwiha hat gotin ku ew çek wê li başûrê Hesekê li dijî DAIŞê werin bikaranîn.

Amerîkayê meha borî jî 250 TIR çek ji bo HSDê şandibûn û heta niha 5000 TIR çek ji HSDê re hatine şandin ku pêşengiya YPG dike.





2620 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad