Hewlêr (ZNA) - Li Tirkiyê duh bi sondxwarina Recep Tayyip Erdogan ku careke din weke serokkomarê wî welatî hatibû hilbijartin, sîstema parlamenteriyê bi dawî hat û sîstema nû destpê kir.
Piştî merasîma destpêkirina sîstema nû Recep Tayyîp Erdogan kabîneya xwe eşkere kir ku ev yekem car e di dîroka Tirkiyê de. Kabîneya nû ji 16 wezîran pêk tê. Li gor sîstema nû postê serokwezîriyê ji holê rabû û kabîneya wê yekser girêdayî serokkomar be û ew ê kabîneyê birêve bibe.
Kabîneya nû ya hikûmeta Tirkiyê wiha ye:
Serokkomerê Tirkiyê: Recep Tayyip Erdogan
Cîgirê Serokkomar: Fuad Oktay
Wezîrê Dadê: Abdulhamid Gul
Wezîrê Derve: Mevlut Çavuşoglu
Wezîrê Navxwe: Suleyman Soylu
Wezîra Xebat, Xizmetên Civakî û Malbatê: Zehra Zumrut Selcuk
Wezîrê Bajarvanî û Jîngehê: Murat Kuru
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî: Fatih Donmez
Wezîrê Darayî: Berat Albayrak
Wezîrê Kultur û Tûrîzmê: Mehmet Ersoy
Wezîrê Berevaniyê: Hulusî Akar
Wezîrê Perwerdê: Prof. Dr. Ziya Selcuk
Wezîrê Tendirustiyê: Dr. Fahrettin Koca
Wezîrê Gihandin û Jêrxaniyê: Cahit Turan
Wezîrê Çandinî û Daristanan: Bekir Pakdemirli
Wezîrê Ciwanan û Werzişê: Mehmet Kasapoglu
Wezîrê Pêşesazî û Geşedanê: Mustafa Varank
Wezîrê Bazirganî: Ruhsar Pekcan
2746 car hatiye dîtin |