English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-10 [09:12 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê Derve yê Brîtanya, Boris Johnson dest ji kar berda. Di nava van du rojan de, Boris bû duyemîn wezîrê hikûmeta Theresa May ku îstîfa dike.

 

Dest ji kar berdana Boris Johnson piştî wê yekê dê ku doh Wezîrê Brexit (Derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewropa) ê Brîtanya, David Davis jî dest ji kar berdabû.

 

Wezîrê Brexitê yê Brîtanya bi tundî rexne li şêwaza danûstandina navbera hikûmeta Brîtaniya ya bi serokwezîrtiya Theresa May û Yekîtiya Ewropayê girtiye û ragihandiye, bi wê siyaseta niha ya hikûmetê, Brîtanya ketiye pozisyonekê ku bi neçarî danûstandinan bi Yekîtiya Ewropayê re bike û bikeve bin mercên wê yekîtiyê.

 

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîra Brîtaniya Theresa May spasiya xebata David Davis weke wezîrê Brexitê kiriye û ragihandiye, ew wê wesfa Davis bo danûstandinên navbera hikûmeta Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê napejirîne û di heman nêrînê de nîne.





2731 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad