English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-09 [10:31 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Tirkiyê 203 kesên ku pasportên Iraqê bi wan re bûn û beşek ji wan xelkê Iraqê û beşek jî xelkê Başûrê Kurdistanê bûn, piştî girtinê vegerandine Herêma Kurdistanê.

 

Li gorî agahiyan, 203 penaberên bi nasnameya iraqî ku dixwestin xwe bigihînin welatên Ewropayê, ji aliyê Tirkiyê ve bo Herêma Kurdistanê hatine vegerandin û li xala sînorî ya Îbrahîm Xelîl radestî Hikumeta Herêma Kurdistanê hatin kirin.

 

Ew koçber dibêjin, ew li Tirkiyê nizîkî 50 rojan di zîndanê de bûne û piştre bi rêya peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê, hatine vegerandin.

 

Piştî ku Tirkiyê ew koçber bi rêya têkiliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê vegerandin, Asayişa Îbrahîm Xelîl ew azad kirin.

 

Di nava wan kesan de 10 kes xelkê Iraqê bûn û yên din Kurd û xelkê Herêma Kurdistanê bûn.

 

Bi gotina wan kesan, her yek ji wan zêdetir ji 2 hezar dolar dane qaçaxçiyên li Tirkiyê, daku wan bigihînin Yûnanê û ji wir ve jî biçin welatên rojavayê ewropayê.





2713 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad