Hewlêr (ZNA) - Alîkarê taybet ê serokê encûmena Islamî ji karûbarên navnetewî Hisên Amîr Ebdulehyan ragehand ku, şêwirmendên me yên leşkerî li Sûriyê bi armanca şerê terorê û piştgiriya hikûmeta wî welatî dimînin.
Alîkarê taybet ê serokê encûmena Islamî ji karûbarên navnetewî di çarçoveya hevdîtina xwe bi balyozê Filistînê li Tehranê Selah Zewawî ragehand ku, komara Îranê dê li ser piştgiriya pirsa Filistîne û rûberûbûna Îsraîlê berdewam be.
Herwiha Hisên Amîr Ebdulehyan da zanîn ku, armanca Îsraîl piştî têkçûna DAIŞê kontirolkirina Sûriyê, lewma hebûna hêz û şêwirmendên Îranî li bo şerê terorê dê berdewam e û ew ji wî welatî navekişin.
Wî berpirsê Îranî derbarê pirsa Filistînê jî ji balyozê wî welatî li Tehran tekez ku, pêwîste pirsa Filistîn were çareser kirin û gelê Filistînê li ser çarenûsa xwe biryarê bidin.
2671 car hatiye dîtin |