English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-09 [08:29 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Rojnameyeke ser bi rejîma Sûriyê belav kir, ku Yêkîneyên Parastina Gel (YPG), ku baskê PKKê yê rojavayê Kurdistanê yê leşkerî ye, nefta rojavayê Kurdistanê radestî Şamê dike.

Rojnameya El Watan a Sûriyê, bi zimanê çavkaniyeke îdareya xwecihî ya Rojavayê Kurdistanê belav kir, YPG û rejîma Sûriyê rêkeftine li ser wê yekê ku rejîma Sûriyê saziyên petrolê yên parêzgeha Hesekê birêve bibe û neftê li gor berjewendiya xwe bikarbîne.

Heman çavkaniyê aşkera kir, ku di çend rojên borî de şandeke berpirsên rejîma Sûriyê serdana bajarê Qamişloyê kirine û li gel YPGê rêkeftine.

Piştî ava bûna şerê navxwe yê li Sûriyê û vekêşîna hêzên ser bi rejîma Sûriyê li rojavayê Kurdistanê, PYDê birêya YPGê dest li ser wî beşa Kurdistanê de girt.





2695 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad