English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-08 [09:23 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû eşkere kir, ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goran, bi dijî Serok Barzanî rêketin li gel PKKê kirin û niha jî baca wê rêkeftinê didin.

Di çarçoveya hevdîtinekê de li gel ajansa AAyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû ragehand ku,piştî piroseya referandumê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goran, bi daxwazê ji hin welatan li dijî Serok Barzanî rêketin li gel PKKê kirin.

Herwiha Çawîşoglû tekez kir, ku berpirsekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji wî re gotiye, ku PKK bûye desthilatdarê di nav YNKê de û niha ew di nav rêzên wan de fermanan dide.

Wezîrê derve yê Tirkiyê zelal kir, ku berî niha wî berpirsê YNK çendîn caran daxwaza hevdîtinê li wî kiribû û got: Di dema dawî de jî, li bajarê Stenbolê me li ser nigan hevdîtinek kir, di wê hevdîtinê de, wî berpirsê YNK tekez kir, ku biryara YNKê ketiye destê PKKê de.

Çawîşoglû di bersiva xwe de, ji wî berpirsê YNKê re gotiye: Heya ku hûn  hevkariyê li gel rêxistinên terorîstî bikin, wê encama wê hevkariyê ev rewşa niha be.





2635 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad