Hewlêr (ZNA) - Rpja pênşemê Serok Mesûd Barzanî beşdarî di merasîma roja niştimanî ya Amerîkayê de kir ku, ji aliyê balyozxaneya Amerîka bi rêve çû.
Merasîm li hotêla Dîvan a bajarê Hewlêrê bi rêve çû, tê de hejmarek mezin ji balyoz, konsilên welatan, kesayetiyên siyasî û idarî û komeleyên civaka sivîl amade bûbûn.
Di merasîmê de balyozê Amerîka û konsilê wî welatî li Hewlêrê kêfxweşiya xwe ji amadebûna Serok Barzanî re nîşan dan û dûpatî li ser pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî, aborî û kultûrî de kirin.
Herwiha tekezî li ser alîkariya leşkerî bo erêma Kurdistanê di sere li dijî terorê de kirin.
2563 car hatiye dîtin |