Hewlêr (ZNA) - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Eropayê ragehand ku, di proje biryarekê de YE daxwaza asayîkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê dike.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Eropayê Dîlawer Ajgeyî li ser rûpela xwe ya Facebookê ragehand ku, îro Pênêşemê Yekîtiya Eropayê proje biryarek derbarê pêwendiyên hevbeş ên stratejîk di navbera Yekîtiya Ewropayê û Îraqê der kir.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Eropayê tekez kir ku di proje biryarê de daxwaza asayîkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hat kirin.
Aşkere kir ku, di beşeke din ya projeyê de behsa rola pêşmerge di sere li dijî DAIŞê de hat kirin.
2764 car hatiye dîtin |