Hewlêr (ZNA) - Hat zanîn ku serokê Amerîka Donald Trump 110 milyon dolar wek alîkarî bo kurdên êzîdî û kêmîneyên din yên Kurdistan û Iraqê terxan kiriye.
Parlamentera êzîdî ya Iraqê Viyan Dexîl ji BasNewsê re ragihand, îro şandeke Amerîkî bi şandeke êzîdî re hevdîtin kir û got, qesta şanda Amerîkî ji wê hevdîtinê ew bû ku rewşa kurdên êzîdî û kêmîneyên din bizanin. Şanda Amerîkî anî ziman ku rewşa koçberên êzîdî gelekî xirab e û pêdiviya wan bi alîkariyê heye.
Viyan Dexîl anî ziman ku şanda Amerîkî serdana jinên êzîdî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne jî, kir û got, şanda Amerîkî ji me re got ku serokê Amerîka Donald Trump 110 milyon dolar bo kurdên êzîdî û kêmîneyên din yên Iraq û Herêma Kurdistanê terxan kiriye.
2821 car hatiye dîtin |