English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-05 [01:12 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Qaymeqamê kurd yê bajarokê Daqûq yê Kerkûkê jî ji aliyê parêzgarê ereb yê Kerkûkê ve ji kar hat dûrxistin.

Piştî xiyaneta 16 Cotmeha par, Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqî ve hatin dagîrkirin. Paşê çi rayedar û berpirsên kurd li wan deveran hebûn, hemû ji kar hatin dûrxistin. Tenê qaymeqamê bajarokê Daqûq mabû, ew jî hat dûrxistin.

Li ser vê mijarê, endamê encumena parêzgeha Kerkûkê Dilşad Pîrot ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, parêzgarê Kerkûkê Rakan Cibûrî, ku kesekî ereb e, qaymeqamê kurd yê Daqûqê Emîr Xwarehm ji kar dûr xistiye.

Dilşad Pîrot her wiha gotiye, li gorî qanûnê gava parêzger bixwaze berpirsekî ji kar dûr bixe divê di nav encumena parêzgehê de behs bike û eger endamên encumenê razî bûn wê çaxê dikare ji kar dûr bixe. Lê parêzgarê niha yê Kerkûkê bi serê xwe berpirsên kurd ji kar dûr dixe.

 





2725 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad