English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-05 [12:20 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li balyozê Japonya li Iraqê û konsulê wî welatî li Kurdistanê kir.

Îro danê sibê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeka dîplomatîk ya Japonya kir ku ji balyozê Japonya li Bexdayê Fumio Iwai û konsulê wî welatî li Kurdistanê Katsumi Moriyasu pêk hatibû.

Hevdîtinê de balyozê Japonya ji ber xilasbûna heyama karê xwe li Iraqê, xatirê xwe ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî xwast û hêviya xwe anî ziman ku pêwendiyên Hewlêr û Tokyo berfirehtir bibin.

Nêçîrvan Barzanî jî spasiya balyozê Japonya kir ji ber kar û çalakiyên wî yên li Iraq û Kurdsitanê û jê re serkeftin xwast, her wiha spasiya hikûmeta Japonya jî kir ku alîkariya Kurdistanê kiriye.

Di beşeke din ya hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û hewlên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hat kirin.

 





2686 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad