Hewlêr (ZNA) - Li Navçeya El-Heye ya rojhilatê Minbicê teqînek pêkhat û li gor zanyariyên destpêkê birîndar hene.
Li gor çapemeniya nêzîkî HSDê, navçeya El-Heye ya ser bi Minbicê xwepêşandanek li dijî gefên Tirkiyê birêve çû û teqîn jî di nava xwepêşandanê de pêkhat.
Li gor agahiyên hatin girtin, dema li navçeya El-Heye xwepêşandeke li dijî gefên Tirkiyê birêve diçû, teqîn jî di nava xwepêşandanê de rû da. Herwaha hat zanîn ku di teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 22 kesên din jî birîndar bûne û ew rakirine nexwaşxaneya Niştimanî ya Minbicê.
2785 car hatiye dîtin |