English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-03 [11:15 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevkê Komîserîya Bilind ya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) Mihemed Hawarî ragihand ku piştî operasyona hikûmeta Sûrîyê ya dijî Derayê, 270,000 kes ji wir derketine.
Hawarî ji CNNê re dîyar kir ku ew li ber bûn ku bi qasî 200,000 kes ji herêma Dera derkevin, lê li gor daneyên wan hîn zêdetir kesan ji wir koç kirine.

Neteweyên Yekbûyî (NY) Îna borî dabû zanîn ku ji herêma Dera bi kêmî ve 160,000 kes derketine.
Sîvîlên Sûrî, ku ji ber pevçûnên gur dibin direvin, berê xwe didin sînorê Urdunê û Girên Golanê yên di bin desthilata Îsraîlê de, lê her du dewlet jî ji koçberên ji Dera direvin re derîyên xwe venakin.
Karbidestên NYê didin zanîn ku sîvîlên ku ji Dera direvin, li kampên li ber sînorê Urdunê dimînin.





3124 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad