English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-03 [10:41 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, dê bi du qonaxên dorpêçên aborî hinartina petrola Îranê bo derve biçikînin.

Berpirsê siyaseta Wezareta Derve ya Amerîka Brian Hook di civîneke rojnamevaniyê de gotiye, Amerîka dê meha Tebaxa îsal qonaxeke din ya dorpêçên aborî bi ser Îranê de bisepînin, meha Îlonê jî qonaxeke din bi ser wî welatî de bisepînin.

Wî rayedarê Wezareta Derve ya Amerîka daye zanîn, Amerîka bi vê yekê pilan kiriye ku heta payîza îsal hinartina petrola Îranê bo derve biçikîne û ragihand, siyaseta nû ya Amerîka li hember Îranê ne guhertina rêjîmê ye guhertina reftarên rêber û rayedarên Îranê ye li hember gelên wî welatî.

Îran niha rojane 3.5 milyon bermîl petrol derdixe, milyonek bo hundir tê bikaranîn, yên din jî difroşe derve.

 





2830 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad