English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-02 [12:45 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Bi sedema nakokiyên li gel Angela Merkel Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê dev ji karê xwe berda.

Di daxuyaniyekê de Partiya Civakî ya Mesîhiya ku, Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Horst Seehofer serokatiya wê dike ragehand ku, bi sedema nakokiyên derbarê pirsa Koçberiyê de li gel Şêwirmenda Alamnayayê Angela Merkel wî wezîrî dev ji karê xwe hem weke wezîrê navxwe û hem jî weke serokê wê partiyê berda.

Berî niha Şêwirmenda Alamnayayê Angela Merkel ji Radyoya ZDF re ragehandibû ku, ew dê hemû xebata xwe bike daku, derbarê pirsa penaberan li gel welatên Yekîtiya Eropayê bigehe encamên baş.

Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Horst Seehoferv derbarê pirsa koçberiyê de daxwaz dike ku, hemû penaber  vegerin wî welatê yekemîn ê Yekîtiya Ewropayê  ku, navê xwe tê de tomar kirîn weke penaber, ev yeke jî ji aliyê Merkel ve nayê qebûl kirin.





2905 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad