English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-02 [09:26 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Endamekî hêza taybet ya pasdarên Îranê li Sûriyê hat kuştin.

Çavkaniyên nêzîkî Sipaha Pasdaran ragihandin, pasdarekî din yê Îranê bi navê Mihemed Îbrahîm Reşîdî li Sûriyê hatiye kuştin.

Li gorî agahiyên wan çavkaniyan, pasdarê han komando bûye û endamê hêza taybet ya pasdaran li Sûriyê bûye.

Fermandeyê hêza taybet ya pasdaran li Sûriyê jî kuştina wî pasdarî piştrast kiriye û ragihandiye, cendekê wî dê îro (2 vê mehê) bigihê Îranê.

Nehatiye gotin ka ew pasdar li kîjan devera Sûriyê û di kîjan şerî de hatiye kuştin.

Heta niha bi dehan fermande û bi sedan pasdarên Îranê li Sûriyê hatine kuştin. 

 





2593 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad