English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-01 [10:19 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsê yekîneyên 70 û endamê polîtburoya YNKê Şêx Cehfer Şêx Mistefa ragehand, DAIŞê dest bi tevgera leşkeri kiriye û rojane xelkê direvînin û dikujin. Artêşa Iraqê jî nikare xwe jî biparêze.

Şêx Cehfer Şêx Mistefa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Çekdarên DAIŞê li sînorê bajarê Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî dest bi tevgera leşkeri kiriye û rojane xelkê dikujin û xelkê navçeyê direvînin.’’

Herwaha got, tevgera DAIŞê zengila metirsîdariyê ye, ji ber ‘’Ew naha xwedî odeya operasyonê ne. Ji ber wê eger çareseriyek guncaw neyê dîtin, rewşa ewlehiya Kerkûkê di metirsiyê de ye.’’

Şêx Cehfer got, ji bo rewşa ewlehiya Kerkûkê nekeve metirsiyê, pêwîste bi hemahengiya artêşa Iraqê, hêzên hevpeyman û hêza Pêşmergeyên Kurdistanê parastina rewşa ewlehiya bajarê Kerkûkê bê girtin.’’

Herwaha got, artêşa Iraqê nikare xwe jî biparêze, nikare binkeyên xwe jî biparêze. Ji ber wê ya baş ew e hêzên hevpeyman û hêza Pêşmerge parastina rewşa ewlehiya bajarê Kerkûkê misoger bikin.





2908 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad