English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-01 [09:56 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Çavkaniyekê agehdar  ragehand ku, doh şemiyê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê li çiyayê Qereçoxê li bakurê Mexmûrê operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê encam dan.

Heman çavkaniyê aşkere kir ku,  di operasyonê hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatine kuştim û termê 3 çekdaran jî ketine destê Pêşmerge û di nava kuştiyan de berpirsê darayî û lojistîk ê DAIŞê li Kerkûkê yê bi navê Ebû Ubeyde naskirî ye heye.

Tevî ku, berî niha Serokwezîrê Îraqê di 9.12.2017 de serkeftina dawî li ser DAIŞê ragehandibû lê gelek bi serde neçû DAIŞê careke din serî hilda û dest bi tevgera xwe kir.

 





2803 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad