English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-01 [09:38 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevkê Komisyona bilinda serbixwe ya helbijartinên Iraqê Leys Cabir ragehand ku, Sêşma bê bi serperiştiya dadweran dê dest bi hejmartina dengan bi dest bikin.

Leys Cabir da zanîn ku, hejmartina dengan bi dest dê li parêzgehên Kerkûk, Silêmaniyê, Dihok, Neynewa û Selahedîn destpê bike, ew parêzgehên din jî komisyon dê pilanek ji wan re destnîşan bike.

Herwiha Berdevkê Komisyona bilinda serbixwe ya helbijartinên Iraqê amaje bi wê yekê kir ku, hemû dengên derve niha dest bi hejmartina wan hatiye kirin.

Tekez kir ku, proseya hejmartina dengan bi dest bi amadebûna çavdêriya neteweyên yekbûyî, nûnerê balyozxaneyan, partî û çacvêrên navnetewî tê kirin, herwiha herdu wezaretên bergirî û navxweyî jî erkê parastina proseyê dikin.





2629 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad