Hewlêr (ZNA) - îro Yekşemî 24ê Hezîranê serê saet 17:00an deriyên sindoqên dengdanê li seranserê Tirkiyê hatin girtin û bi fermî dengdan bi dawî hat.
Proseya dengdanê li seranserê Tirkiyê bo her du hilbijartinên serokomarî û parlamentoya wî welatî, îro saet 08:00ê sibehî dest pê kiribû.
Li gorî Saziya Hilbijartinan a Tirkiyê, ji nifûsa 80 milyon 810 hezar û 525 kesî ya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 59 milyon 391 hezar û 328 kesan mafê dengdanê hebû.
Ji wê rêjeya dengderan, 3 Milyon û 49 hezar û 65 kes ji dervey Tirkiyê û 56 Milyon û 342 hezar û 263 li navxweyê Tirkiyê xwediyê mafê dengdanê bûn.
Herwiha di hilbijartinên vê carê, dê milyonek û 650 hezar 171 kes bo cara yekem deng bidin.
Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 180 hezar û 896 sindoqên dengdanê hatibûn danîn.
2731 car hatiye dîtin |