English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-24 [09:01 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Piştî hevdîtina wan li bajarê Necefê Ebadî û Sedir hevpeymaniya herdu lîsteyên Nesir û Saîrûn ragehandin.

Îro, Şemiyê Serokwezîrê Iraqê di heman demê de serokê lîsta Nesir Heyder Ebadî  serdana bajarê Necefê kir, di wê serdanê de hevdîtin bi rêberê rewta Sedir di heman demê de Serokê lîsta Saîrûn Mûqteda Sedir kir.

Piştî civîna herdu aliyan kongreyeke rojnamevanî li darxistin û hevpeymaniya di navbera herdu lîsteyan  de Nesir û Saîrûn ragehandin, hevpeymanî dûr ji taîfiyetê.

Berî niha Mûqteda Sedir bi serokê lîsta Fetih Hadî Amirî re civiya bû û hevpeymaniyek li gel wî ragehandibû.





2785 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad