English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-24 [07:32 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Hikûmeta Herêma Kurdistanê qedexeya ku li ser hinek welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatibû danîn, rakir.

Di nivîseke fermî de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ferman da rêvebiriyên niştecîbûnê li her sê parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê da ku qedexeya çûnûhatinê li ser navên hemû welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bê rakirin.

Xeta sor yan jî qedexe li ser navê wan kesan dihat danîn, yên ku bi serdan ji Rojavayê Kurdistanê dihatin Herêma Kurdistanê lê di dema xwe de venedigeriyan.

Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê (ENKS), ji Kurdistan24ê re ragihand, ku hejmara welatiyên ku ber vê lêborînê dikevin, bêtirî 8 hezar kes in û ji bo vê biryarê jî, bi fermî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.





2869 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad