Hewlêr (ZNA) - Serkirdayetiya operasyonên hevbeş ên Iraqê ragehand ku, balafirên şer yên Iraqê cîvêneke serkirdeyên DAIŞê li nav xaka Sûriyê kirin armanc, di encam de 45 terorîst kuştin.
Li gor daxuyaniya Serkirdayetiya operasyonên hevbeş ên Iraqê, balafirên F-16 di operasyonekê de li sercivîneke serkirdeyên DAIŞê li navçeya Hecîn li nav xaka Sûriyê armanc kir, di encama wê operasyonê 45 terorîst hatin kuştin.
Li gor heman çavkaniyê di wê civînê de cîgirê wezîrê şer ê DAIŞê, yek ji emîrên ragehandinê, alîkarê Ebu Bekir Bexdadî û berpirsê polîsên DAIŞê û hin serkirdeyên din.
2818 car hatiye dîtin |