Hewlêr (ZNA) - Wezareta Xwendina Bilind ya Kurdistanê ragihand, êdî xwendekarên Başûrê Kurdistanê dikarin di 70 zankoyên bawerpêkirî yên Îran û Tirkiyê de bixwînin.
Wezareta Xwendina Bilind ya Kurdistanê, ku çend roj berê ragihandibû dê lîsteyek nû ya zankoyên Îranî û Tirkî yên ku xwendekarên Başûrî tê de dixwînin, belav bike, lîsteya xwe eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Xwendina Bilind, ew lîsteya ku hatiye amadekirin li gorî pîvanên navdewletî hatiye amadekirin.
Wezareta Xwendina Bilind navê 70 zankoyan eşkere kiriye ku 41 yên Tirkiyê ne û 29 jî Îranî ne. Navên wan zankoyan li ser malpera Wezareta Xwendina Bilind hatine belavkirin.
Lînka malpera fermî ya Wezareta Xwendina Bilind:
http://www.mhe-krg.org/ku/node/3728
2785 car hatiye dîtin |