English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-21 [01:34 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro 21.06.2018ê wezîrê berê yê darayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Şêx Bayîz Talabanî koça dawî kir.

Polîtburoya YNKê bi daxuyaniyekê amaje bi vê yekê kir ku tekoşerê kevin û wezîrê berê yê darayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê û berpirsê saziya çavdêriya darayî ya YNKê Şêx Bayîz Talabanî koça dawî kir.

Herwaha diyar kir: ‘’Şêx Bayîz Talabanî tekoşereke kevin e û kesek bi ezmûn û şarazayê îdarî û darayî bû. Jiyana xwe bi xizmeteke mezin bo Kurdistanê re derbas kiriye û kesek rast û heskiriyê nav xelkê bûye.’’

Şêx Bayîz Talabanî demek dirêje nexweş bû û îro li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.





2725 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad