English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-21 [01:04 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Biryardera Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û endama YNKê Elmas Fadil ji K24ê re ragihand ku reftarên hêzên Iraqî li Kerkûkê beramberî welatiyên Kurd, gelekî tund bûne û heya niha çendîn kes kuştine, lewra wan weke YNK bi fermî dozeke yasayî li dijî hêzên Iraqî vekiriye.

Elmas Fadil diyar kir, ku di dema dawî de, beşek ji hêzên emnî yên Iraqî li Kerkûkê, karên nerewa beramberî welatiyên Kerkûkê dikin, bi sedema teqekirina hêzên emnî li ser xelkê wî bajarî, zarokek li Kerkûkê şehîd bû, herwiha jinek li navçeya Şoraw şehîd bû, ji bilî wan kiryaran, di çûn û hatina xelkê ji bo derveyî Kerkûkê astengiyan çêdikin".

Herwisa tekez kir ku "Hêzên emnî nikarin xelkê Kerkûkê biparêzin û rewşê kontrol bikin, çekdarên DAIŞê bidilê xwe tên navçeyê, xelk digirin û dikujin".

Navhatî got jî: "Ji bo asayikirina rewşa Kerkûkê, divê odeyeke operasyonên hevbeş were pêkanîn û Pêşmerge û Asayiş têde beşdar bin".





2635 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad