English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-21 [12:21 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Namzedê HDPê yê ji bo serokkomariyê Selahedîn Demîrtaş di derbarê rewşa Sûriyê de axivî û got ku berî şerê li Sûriyê, rêjîma Esed zordarî li Kurdan dikir, lê niha rewş hatiye guhertin û eger Esed dixwaze Sûriyeke nû û demokrat ava bike, divê danûstendinan bi hemû aliyan re bike ku baweriya wan bi demokratiyê tê.

Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku pêwîst e nexşerêyek bê danîn û hilbijartinên azad bên encamdan û desthilat li gel rêveberiyên xwecihî bên dabeşkirin.

Navhatî rexne li destwerdana Tirkiyê di şerê Sûriyê de kir û got: “Destwerdana Hikûmeta AKPê di şerê Sûriyê de, xizmeta çareserî û aştiyê nake, AKPê bi wê destwerdanê dixwaze rê li ber Kurdan bigire û nehêle ku destkeftan bidest bînin, ev yek jî dihêle ku tevlihevî li Sûriyê kûr û berdewam bibe.”

Demîrtaş di dewama axaftina xwe de got, “Serokê Tirkiyê Receb teyib Erdogan û partiya wî, bi riya wan destwerdanan dixwazin ku, di hilbijartinên Tirkiyê de, dengên netewperestên tirk bidest bixînin, ev jî piroseya aştiyê li Sûriyê asteng dike.”

Herwiha Demîrtaş di derbarê operasyonên artêşa tirk ên li dijî Qendîlê jî got ku armanca wê operasyonê, piropagandeya hilbijartinan e, lê niha hikûmet jî giringiyê nade wê operasyonê, ji ber ku bêbandor bû.





2731 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad