English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-20 [03:04 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsê ragehandinê di beşa karûbarên mirovî li parêzgeha Duhokê Salim Seîd ragehand: ‘’Îro 20.06.2018ê dê gelek çalaki ji ber roja cîhanê ya penaberan e, li Duhokê birêve biçin û em daxwazê dikin rêxistinên navnetewî û cîhanî bêhtir alîkariya penaberan bikin.

Salim Seîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sala 2012ê li rojavayê Kurdistanê hejmareke mezin koçberan berê xwe dan Duhokê û li qampan hatin bicîh kirin. Ew qamp jî qampa Dumîz yek, qampa Dumîz du li nahyeya Feydiyê, qampa Gewîlan û Kelha Akrê hatin ava kirin. Heta îro jî dora 90 hezar penaberan li wan her çar qampan de jiyan dikin. Hikûmeta herêma Kurdistanê gelek alîkarî û piştevanî li penaberan kiriye. Çadirên hemûyan hatine guhertin, di cîha wan de xanî bo penaberan hatine ava kirin.’’

Salim Seîd got: ‘’Îro êvari bi boneya roja penaberan a cîhanê dê li navenda Îketya ya xwandevanên Kurdistanê çalakiyeke mezin bo penaberan pêkbînin. Herwaha dê çend gotar bên pêşkeş kirin. Dê fîlmeke dokomanterî li ser jiyana penaberan bê nişandan. Em daxwazê dikin rêxistinên cîhanî alîkariya penaberan bikin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Îro dê li qampa Dumîz a penaberan bi beşdariya konsolê Fransa ve mala hunerî bo ciwanên penaber bê vekirin û dê hin çalakiyên hunerî bên birêve birin.’’





2734 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad