English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-20 [02:15 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevkê Komîsyona bilind a helbijartin û rapirsiyê li herêma Kurdistanê aşkera kir, heta naha 38 pêkhateyên siyasî li herêma Kurdistanê xwe ji bo helbijartinên parlamentoya Kurdistanê tomar kirine. Herwaha hate ragehandin ku daxwaza 3 pêkhateyên siyasî jî hatiye red kirin.

Berdevkê komîsyona bilind a helbijartin û rapirsiyê li herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heta naha 38 pêkhateyên siyasî navên xwe bo helbijartinên parlamentoya Kurdistanê tomar kirine û sê pêkhate jî ji ber temamnebûna mercên komîsyonê yên hatine diyar kirin, daxwaza wan hatiye red kirin.’’

Herwaha got, îro jî encûmena komîsyaran dê bicive bo ku biryarê bide gelo dema tomarkirina pêkhateyan bê dirêj kirin an na. Ji ber 20.06.2018 ango îro roja tomar kirina pêkhateyên hevpeymanî ya dawiyê ye.

Şêrwan Zirar got: ‘’Piştî pêngava tomar kirina navên pêkhateyan, pêngava wergirtina lîsteyên navên namzedan a ji bo helbijartina parlamentoya Kurdistanê destpê dike.’’





2650 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad