English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-20 [01:23 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Polîsê Hewlêrê ragihand, hêzên polîs bandeke diziyê girtine ku gelek caran dizî kirine û ji zêr bigire heta tivingan dizîne!

Efserekî polîsê Hewlêrê bi navê Heysem Cercîs ragihandiye, hêzên polîs duh li bajarê bandeke diziyê girtin ku ji sê kesan pêk dihat.

Wî efserê polîs daye zanîn, wan dizan li sûcên xwe mukir hatine û gotine ku herî kêm 6 caran li taxên Awêney Şar, Jiyan, Rewşenbîrî, Daretû, Pêncî Hesarokan dizî kirine.

Li gorî agahiyên wî efserê polîs, wan kesan zêr, tiştên malan, telefon, çek û gelek tiştên din dizîne.

 





2605 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad