English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-20 [12:11 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Piştî belav bûna nûçeya girtina Serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî bi tometa gendeliyê ji aliyê kenala El-Şerqiye News ve, Rêbuwar Talebanî ew nûçe red kir û ragehand ku, ti biryar li ser girtina wî nederketine û ew dê kenalê dadgeh bike.

Di kongreyeke rojnamevanî de Serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbuwar Talebanî nûçeya derketina biryara girtina wî bi tometa gendeliyê red kir û ragehand ku, ew dê kenala El-Şerqiye ya ku, nûçe belav kiriye dadgeh bike.

Herwiha Talebanî da zanîn ku, ew nûçeye beşek ji wê fişara siyasî ye li ser dadgeha Iraqê, lê baweriya me  bi dadgeha Iraqê heye û doza min jî li dadgehê bi şêweyeke yasayî bi rêve diçe.

Piştî xiyneta 16ê Cotmehê Serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbuwar Talebanî neçar bû bi awayeke neyasayî posta xwe bicih bihêle.





2704 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad