English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-20 [11:39 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Nûnerê Putin ê ji bo kar û barê Sûriyê Aleksandr Lavrentyev ragihand ku Kurd dê beşdarî komîteya destûra bingehîn a Sûriyê bibin.

Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev piştî civîna Rûsya, Tirkiye û Îranê ya li Cinevê di derbarê proseya pêkanîna destûra nû a Sûriyê û beşdarbûna Kurdan de axivî.

Aleksandr Lavrentyev got, “Kurd bi her awayî dê di Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê cih bigirin. Ew ê him di şandeyên mixalefet û hikumetê de him jî di şandeyên saziyên sivîl de werin temsîlkirin. Em bang dikin ku kurdan wekî alîgirên Tirkiyeyê, wekî alîgirên Sûriyeyê, wekî Yekîtiya Demokratîk an jî wekî YPGa ku Enqere ew qas bi awayekî nerênî nêzik dibe, dabeş nekin."

Aleksandr Lavrentyev diyar kir ku li ser beşdardûna Kurdan bo proseya çêkirina destûra Sûriyê hevdîtinên wan ên bi Tirkiyê re dewam dikin û got ku Kurd teqez dê beşdarî komîteya destûrê bibin.





2506 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad