English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-20 [10:15 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihand, ku piştî bajarê Minbicê, ew dê berê xwe bidin bajarê Qamişlo û Hesekê û Kobanê jî.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim di gotareke xwe de di çarçoveya bangeşeya helbijartinan de  li bajarê Îzmîrê ragehand ku,  piştî Minbiçê ewê berê xwe bidin Kobanê, Hesekê û Qamişlo.

Herwiha serokwezîrê Tirkiyê da zanîn ku, YPG bi piştgiriya Amerîka û çekên wê li wan herêman bihêz bûye, lewma divê ew ji wan deveran derkevin.

Berî niha jî serokwezîrê Tirkiyê ragihandibû, ku welatê wî, wê hemû navçeyên di bin destê YPGê de kontirol bike û bi gotina wî: Ti carî ew nahêlin PKKê bi riya PYD û YPGê gefan li ser Tirkiyê çêke.

Daxuyaniyên Bînalî Yeldirim di demekê de ne ku, duh zirîpoş û çekdarên Tirkiyê gihiştin bajarê Minbicê yê Rojavayê Kurdistanê û li derdora pira Sacûrê belav bûn.





2617 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad