English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-19 [11:46 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Deriyekî din yê sînorî di navbera Îran û Başûrê Kurdistanê ve hat vekirin.

Li gorî medyaya Îranê, deriyê sînorî yê Şoşmê, ku deriyekî ne fermî di navbera parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê û parêzgeha Helebce ya Başûrê Kurdistanê de bû, bû deriyekî fermî yê sînorî.

Êdî bazirganên her du aliyan dikarin bi fermî barên xwe derbas bikin.

Ev demek dirêj e tê gotin ku deriyê sînorî yê Kêlê, ku dikeve navbera devera Pişder ya Başûr û devera Serdeştê ya Rojhilat, dê bibe deriyekî fermî lê heta niha ti gavek bo wê yekê nehatiye avêtin.

Bi fermîbûna deriyê Şoşmê re, hejmara deriyên fermî yên navbera Îran û Herêma Kurdistanê de bû 4: Hacî Omeran, Başmax, Perwêzxan û Şoşmê.

 





3214 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad