English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-18 [05:39 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Heşdî Şeibî ya Iraqê, Amerîka ji ber kuştina 22 çekdarên xwe li ser sînorê Iraq û Sûriyê kuştinê tewanbar kir, ku bi rêya du mûşekan ve bûyer pêkhatiye û daxwaz ji Washingtonê kir ku di vê derbarê de daxuyaniyekê bide.

Desteya Heşdî Şeibî ya Iraqê bi beyanameyekê ragehand: ‘’Duh 17.06.2018ê balefireke şer a Amerîkayê leşkerîxaneyên lîwaya 45 û 46 a ser bi Heşdî Şeibî li ser sînorê Iraqê û Sûriyê bi rêya du mûşekan ve bombebaran kiriye û di encamê de 22 çekdarên me hatine kuştin û 12 çekdarên din jî birîndar bûne.’’

Herwaha di heman beyanameyê de daxwaz ji Amerîkayê hate kirin li ser bûyerê daxuyaniyekê bide.





2653 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad