English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-18 [11:19 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Hat ragihandin ku li bajarê Osaka yê Japonyayê bi dijwariya 6.1ê erdhej pêk hat, li gor zanyariyê destpêkê di erdhejê de 3 kesan canê xwe ji dest da.

Saziya Lêkolîna Meterolojî ya Japonyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li bajarê Osakayê bi dijwariya 6.1e erdhejek pêk hat. Li gor agahiyên Ajansa Afad a Neteweyî di erdhejê de herî kêm 3 kesan canê xwe j dest da û nêzîkî 200 kes jî birîndar bûn.

Piştî erdhejê li gelek avahiyan şewat derket, rê qelişîn û xetên avê yên bajêr zirareke mezin dîtin û hişyariya tsunamiyê hat kirin.

Erdhej bû sedema rawestandina seferên balafir û trênê jî. Li gor rayedarên fermî di santralên nûkleerî yên Takahama, Ohi û Mihamayê de ti zirarek pêk nehatiye.





2644 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad