English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-17 [09:05 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li eyaleta Nengerhar ya Efxanistanê di teqînekê de herî kêm 18 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Waliyê Nengerhar, Etaullah Xugiyanî ji BBC re gotiye, îro li ber avahiya walîtiya Nengerharê teqîneke xwekujî qewimî.

Xugiyanî daye zanîn, di wê rûdanê de 18 kes hatine kuştin û 48 kes jî birîndar bûne lê tirsa wê heye hejmara kuştiyan zêde bibe ji ber ku rewşa hinek birîndaran baş nîne.

Ev çend roj in hikûmeta Efxanistanê û çekdarên Taliban ji ber cejna Remezanê şer dane sekinandin. Taliban ragihandiye, ew tenê 3 rojan girêdayî wê agirbestê dimînin, hikûmetê jî daxwaz kiriye agirbest dirêj bibe.





2593 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad