Hewlêr (ZNA) - Serokê Amerîkayê Donalid Trump ragehand ku, piştî vekşandina Washingtonê ji rêkeftina atomî, Îranê dest bi vekşandina hêzên xwe ji Sûriyê û Yemenê dike.
Di hevdîneke xwe de li FoxNews re Serokê Amerîkayê Donalid Trump ragehand ku, di baweriya min de Îran hatiye guhertin, êdî çavê wan ne bi rêya Sûriyê û Yemenê li gihandina deryayê ye, niha wan dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê û Yemenê dikin.
Trump da zanîn ku, Îran êdî ne ew welatê bi wêreke yê berî 3-4 mehan.
Di 8 meha Gulanê de Serokê Amerîkayê Donalid Trump xwe ji peymana atomî ya di navbera Îranê û welatên 5+1 de vekişand, piştî wê Amerîkayê hemû cezayên berî wê rêkeftinê li ser Îranê hatibûn rakirin careke din sepandin.
2710 car hatiye dîtin |