Hewlêr (ZNA) - Serokwezîrê Iraqê, heyder Ebadî red dike, ku encamên hilbijartinên xûla çarem a parlamentoya wî welatî bihêne hilweşandin û dibêje: “Ji desthilata hikûmet û parlamentoyê nîne, ku encamên hilbijartinan hilweşînin.”
Heyder Ebadî îro li Bexdayê konfransa rojnamevanî ya heftane ya xwe lidar xist.
Ebadî di vê konfransa rojnamevanî de ragihand, ku ne hikûmet û ne jî parlamentoya wî welatî nikarin encamên hilbijartina parlamenî ya 12ê Gulanê hilweşînin.
Serokwezîrê Iraqê got: “Tenê dadgeha federalî dikare biryar bide, ku hilbijartin were dubarekirin û ew yek ji desthilatê hikûmet û parlamentoyê nîne.”
Heyder Ebadî diayr kir: “Erkê hikûmetê parastina dengên dengderan û rênedan bi pêlîstina wan di çarçoveya desthilata hikûmetê de ye. Em daxwaz ji aliyên siyasî jî dikin, ku pabendî aliyên yasayî û bingehîn bin û ji zimanê alozkirinê dûr bikevin û hewlên li ser seqamgîriya proseya siyasî û hilbijartinan zêde bikin û berê xwe bidin pêşerojê û pêkanîna hikûmeta nû.”
Di çarçoveya lêkolînên derbarê bûyera agirpêketina embara sindoqên dengdanê ya ser bi Komîsyona Bilinda Hilbijartinan li navçeya Resade de, Ebadî got: “Ev berpirsatiya temam a komîsyonê ye, hêzên ewlekariyê di nava embarê de xwedanê ti core berpirsatiyekê nînin, lê belê berpirsatiya wan li derveyî embaran e. Rêkarên pêwîst hatine wergirtin û fermana desteserkirinê li dijî hejmare tohmetbaran hatiye dan.”
3301 car hatiye dîtin |