English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-12 [07:50 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ku Serokê Koreya Bakur Kim Jung-un amadebûna xwe nîşan da ye ji bo hemû mûşekên atomî ji holê rake.

 

Donald Trump piştî civîna dîrokî ya li gel Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un civîneke çapemeniyê saz kir û ragihand, ku ev hevdîtin ji bo herdu welatan pir giring û bisûd bûye.

 

Trump amaje bi wê yekê kir, ku axaftinên Serokê Koreya Bakur bawerî dane wî û got: “Niha Serok Kim vegeriya welatê xwe. Paşî dê dest bi cîbicîkirina plana xwe bike, çekên xeter ên welatê xwe jinav bibe. Me jî soza siberojeke ronî da ji bo welatê wî.”

 

Serokê Amerîkayê diyar kir, ku herdu aliyan rêkeftinek mor kirine û da zanîn, ku heta daxwazên wan werin cîbicîkirin dê cezayên aborî û dîplomatîkî yên li ser Koreya Bakur berdewam bibin.

 

Derbarê mijarên din ên hevdîtinê de Serokê Amerîkayê eşkere kir, ku wam mijara binpêkirinên mafên mirovan jî axiviye û wiha berdewam kir:

 

“Di rojên pêş me de ev mijar zêdetir dê were rojevê. Qonaxeke nû dê dest pê bike. Di vê qonaxê de dê cenazeyên 6 hezar kesên li Koreyê canê xwe ji dest dabûn, radestê malbatên wna bikin. Serok Kim jî di vê mijarê de helwesta xwe guhert.”

 

Trump pesnê Serokê Koreya Bakur da û da xuyakirin, ku ew danûstandkarekî baş e û eşkere kir, ku di dema pêş de dê careke din li wî bicive. Trump got: “Lê vê carê ezê Serok Kim vexwînim Koşka Spî û wî jî ev yek pesend kiriye.”

 

Derbarê Îranê jî Serokê Amerîkayê nêrîna xwe anî ziman û diyar kir, ku Îran êdî welatekî cuda ye û dê ji bo wan jî demeke rast û guncaw peyda bibe.

 





3145 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad