English | عربی | کوردی  
 
 
2018-06-12 [05:19 PM]

Hewlêr (ZNA) -


talyayê ji bo piştevaniya YPG û hêzên Amerîkî û Fransî li Dêra Zorê hejmareke serbazên xwe şand bo wê deverê.

Hat ragihandin ku berî heftiyekê ew serbazên Îtalyayê gihiştin Rojavayê Kurdistanê ku pêşiyê hatin Hesekê û piştre ji bo piştevaniya operasyona li dijî DAIŞê birêve diçe derbasî Dêra Zorê bûn. Serbazên Îtalyayê li baregeha Amerîkaê ya li Dêra Zorê bicih bûn.

Heta niha hejmara wan serbazan nehatiye zanîn û hat zanîn ku rasterast beşdarî şer nabin wê piştevaniya YPG û hêzên Amerîkî û Fransî bikin.

YPG di meha Gulanê de li wê deverê li dijî DAIŞê operasyon dabû destpêkirin ku herêmên dawîn ên di destê wê rêxistinê de rizgar bike.

Qonaxa yekem ya operasyona Dêra Zorê meha Îlona borî destpêkiribû û bakûrê navenda bajarê Dêraz Zorê ketibû bin kontrola YPGê.





2632 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad